KOMA DUYEM DEST BI ROJIYA MIRINÊ KIR

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, çalakiyên grev û rojiya mirinê yên heyî, dewam dikin.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 11’emîn de dewam dike.

Tevî çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan, îro komek nû ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi heman çalakiyê dikin.

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di 8’ê Gulane de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibûn ku li girtîgehan piştî koma despêkê ya çalakgerên rojiya mirinê, wê di 10’ê Gulanê de 15 girtiyên din jî tevlî çalakiya rojiya mirinê bibin.

Navê 15 girtiyên koma duyemîn ên îro dest bi rojiya mirinê kirin, wiha ne:

Li Girtîgeha Kandarayê;

Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman.

Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan.

Li Girtîgeha Patnosê.

Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şefîk Kayhan.

Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1.

Reşad Ozdîl.

Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2.

Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz.

Li Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê.

Saît Ozturk.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
GIRTÎ CENGÎZ: JI BO AŞTIYÊ BIBIN DENGÊ ME

Erol Cengîz ku di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê, xwest ji bo aştiyê her kes bibe dengê wan.

Tevî rojiya mirinê jî, çalakiyên greva birçîbûnê yên heyî bi biryar li dar in.

Hevseroka KCD Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Çalakiya Guven, di roja 184’an de ye.

Çalakiya girtiyên koma despêkê di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 146’an de didome.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan jî di roja 70’î de berdewam dike.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
GIRTÎ TEKÎN Û AKTAŞ: EV ÇALAKIYA GREVÊ JI BO ME CIHÊ RÛMETÊ YE

Mehmet Salîh Tekîn û Erdogan Aktaş ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, ji malbatên xwe re name şandin.

Her du girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û gotin:

“Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye.”

Her wiha Çalakiya Parlementera HDP e Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button