Komîteya şaredariya Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist

Komîteya Şaredariyan ya Kantona Hesekê îro civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna bi dehan kesî û Hevserokê Desteya Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb hat lidarxistin.

Di civînê de rapora salane ya kar û xebatên şaredariyan ku ji 22 şaredariyan pêk tê hat xwendin.

Di raporê de hat diyar kirin ku li pirojeyên sala 2021 yek milyon Dolar hatiye xerckirin.

Her wiha di derbarê pilan û pirojeyên sala 2022 de jî Hevseroka komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê Macîda Emîn diyar kir ku wan ji bo kar û xebatên Şaredariyan bêtirî 2 milyon dolar veqetandine.

Back to top button