Hesen Koçer: Heta ku Erdogan hebe wê êrişên çeteyan dewam bikin

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî Hesen têkildarî zêdebûna êrişên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê got, Heta ku Erdogan li ser hikum be wê DAIŞ neqede. Erdogan bavê rûhanî yê DAIŞ’ê ye.

Hesen Koçer êrişên DAIŞ’ê li dijî hêzên Pêşmerger û her wiha bombardimanên li Şengalê ji ajansa ANF re nirxand.

Koçer got;

Yên ku Şengal di nava komkujiyê de hiştin PDK û hikumeta Iraqê ne.

Tevî ku li Şengalê ala Iraqê heye jî dewleteke din tê êrişî welatiyan dike.

Eger Iraq li hemberî vê bêdeng e wê demê îrade û hêza xwe dike mijara nîqaşê.

Tişta îro dewleta Tirk dike, temamkirina tevgera qirkirinê ya DAIŞ’ê ye.

Ji bo Kurd nebin xwedî îrade, bi heman rengî êrişî Rojava jî dikin.

Li ser êrişên vê dawiyê yên DAIŞ’ê yên li Kerkûkê jî Hesen Koçer wiha axivî:

Di roja me de DAIŞ’ê piştgiriya herî mezin ji dewleta Tirk digre. Li deverên dagirkirî yên Rojava jî çete xwe di bin sîwana Tirkiyê de birêxistin dikin.

Fermana êrişên li dijî Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn.

Serkêşê DAIŞ’ê Erdogan bi xwe ye û heta li ser hikum be wê DAIŞ neqede.

Back to top button