Dadgeha Berlînê: Rûsya ji kuştina Zelimkhan Khangoshvli berpirsiyar e

Doh li Almanyayêdoza kuştina mirovê Çeçen Zelimkhan Khangoshvli (Selîmxan Xangoşvîlî) bi encam bû. Dadgehê, ji kuştinê Rûsya weke berpirsiyar nîşan da.

Êrişa mijara gotinê, beriya 2 salan li paytexta Almanyayê Berlînê pêk hat.

Armanc jî dijberê hukûmeta Rûs, mirovê Çeçen Selîmxan Xangoşvîlî bû.

Khangoshvîlî li Çeçenistanê şerê hêzên Rûsyayê kir.

Wê demê Mosko jî ew weke kesê terorîst ragihandibû.

Bi îdîaya mku gef lê têne xwarin, sala 2016’an tevî malbata reviya Almanyayê.

Doh li Berlînê doz bi encam bû.

Dadgehê cezayê hetahetayê li kujerê Rûs birî.

Her wiha dadgehê ragihand ku li gorî lêkolînên wan, îstîxbarata Rûs alîkarî daye kesê kujer.

Back to top button