Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a 2021’an rapora xwe ya salê eşkere kir

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a 2021’an rapora xwe ya salê eşkere kir. Rêxistinê got, Li cîhanê 488 rojnameger ji ber pîşeya xwe di girtîgehê de ne. Her wiha 46 endamên çapemeniyê jî hatine kuştin. Li gel vê Tirkiye warê azadiya çapemeniyê de cihê xwe di rêza 153. de girt.

Ev 26 salin ticarî jimara rojnamevanên girtî ewqasî zêde nebûye.

Rojnamevanên Sînorneas (RSF) ku ji sala 1995’an dema weşandina rapora destpêkê ya salane û vir ve ev yek piştrast kir.

Li gorî RSF’ê sala 2021’ê hejmara rojnamevanên girtî gihîşte 488 kesî û bi vî rengî rekor şikand.

Li gorî salek berê bi rêjeya ji sedî 20’î zêde bû.

Hate ragihandin ku herî zêde li Myanmar, Belarus û Çînê rojnamevan hatine girtin.

Ji ber qanûna ewlekariya neteweyî ya Çîn li Hong Kongê ferz dike, hejmara rojnamevanên girtî zêde bûye.

RSF’ê diyar kir ku Herêma Xweser a Ûygûr a Sîncanê ji aliyê nûçegihaniyê ve guheriye ‘çala reş’ û 70 rojnamevanên Ûygûr hatine girtin.

Heta 1’ê Kanûnê welat û rojnamevanên lê girtî ne wiha ne:

Çîn (127), Myanmar (53), Vîetnam (43), Belarus (32) û Erebistana Siûdî (31).

Li gorî RSF’ê hejmara rojnamevanên jin ên girtî di asta ji sedî 60’î de ji her demê bêhtir zêde bûye.

Hate ragihandin ku herî zêde li Belarusê rojnamevanên jin girtî ne.

Li gorî RSF ê li vî welatî 17 rojnamevanên jin hatine girtin.

Hejmara rojnamevanên hatin kuştin jî di asta herî nizm a 20 salên dawî de ye.

RSF’ê rgaihand ku sedema vê kêmbûnê guhertina li qadên şer ên Sûriye, Iraq û Yemenê ye.

Li gorî RSF’ê 46 rojnamevan hatin kuştin.

Meksîka û Efganistan ji bo rojnamevanan hîn jî herêmên herî metirsîdar in.

Li Meksîkayê 7, li Efganistanê 6, li Yemen û Hindistanê jî 4 rojnamevan hatin kuştin.

Li gorî RSF’ê li Tirkiyê tenê 10 rojnamevan girtî ne.

Beriya demeke kurt Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye rapora salane eşkere kiribû û diyar kiribû ku li Tirkiyeyê 18 rojnamevan hatine girtin.

Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê jî 34 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê girtî ne.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand, heta 2’ê Kanûnê 62 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî bûn.

Back to top button