Dr. Elî Mehdî: Bi rêya diyalogan em dikarin hemû nakokiyan çareser bikin

D. Elî Mehdî, Cîgirê Serokê Navenda Bexda ya ji Bo Pêşxistina Yasayî û Aborî yek ji beşdarên kongreya kurdî erebî ya li Iraqê pêk hatî, bû. D. Elî dibêje “bi riya diyalogê em dikarin hemû pirsgirêkên gelan çareser bikin.” 

11’ê Kanûnê li paytexta Iraqê Bexdayê bi tevlîbûna 110 kesayetiyên cuda ji tevahiya Iraqê kongreya “Ber bi diyaloga Erebî-Kurdî ya serketî ve” hat lidarxistin.

Di kongreyê de bi sedan siyasetmedar, hunermend û rewşenbîr amade bûn.

Yek ji wan Cîgirê Serokê Navenda Bexda ya ji Bo Pêşxistina Yasayî û Aborî D. Elî Mehdî bû ku di kongreyê de mijarek bi navê ‘bandora netew-dewletê li ser têkiliya Ereb û Kurdan pêşkêş kir.

D. Elî Mehdî ji ajansa Firatê re der barê vê kongreyê de nirxandin kir.

Elî Mehdî diyar kir ku çiqasî diyalog û gotûbêj zêdetir bibin wê ewqasê valatî û nakokî jî kêmtir bibin.

Di dewama nirxandina xwe de, D. Elî Mehdî anî ziman çiqasî diyalogên wisa berdewam bikin wê ewqasî bandoreke baştir li ser raya giştî jî çêbike û ev got:

“Em niha li welatekî pir netew, pir bawerî û pêkhate dijîn.

Em Kurd, Ereb hemû pêkhateyên li herêmê dikarin nakokiyên xwe bi diyalogên nîştîmanî çareser bikin, di vê civînê de nêrîna hevpar ku derket ev bû.”

Dawiyê jî D. Elî Mehdî destnîşan kir ku bi rêya pêkanîna diyalogeke niştîmanî ya giştî û bi tevlîbûna hemû pêkhate û baweriyên cuda, wê ji bo pêşeroja nivşên dema pêş bigihîjin çareseriyekê.

Back to top button