REJÎM BI PÊŞ DIKEVE Û BOMBEBARANA LI SER IDLIB Û HEMAYÊ BERDEWAM E

Li Idlib û Hemayê şer û bombebaran didome. Balafirên şer ên Rûsya û rejîmê êrîşî gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê kirin.
Rejîma Sûriyê 7 bajarok û gund xistin bin kontrola xwe. Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê jî şer gur bû û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Îro jî Meclisa Ewlekariya Navdewletî ji bo Idlibê dicive.

Ev 10 roj e gundewarê Idlib û Hemayê ji aliyê balafirên şer ên Rejîm û Rûsiyayê ve tên bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Rûsya 14 êrîş li ser gundewarê başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê pêk anîn.

Navendê diyar kir ku di heman deme de li derdora herema El-Şerîayê şerên dijwar di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û komên çete yên Heyet Tehrîr El- Şam ên Tirkiyê de rû dida.

Di encamê vî şerî de Rejîma Sûriyê 7 bajarok û gund xist bin kontrola xwe.

Li Hemayê di nav de zarok gelek sivîl di encama êrîşên komên çete li ser bajarokê Kernaz ê bakur rojavayê Hemayê de, birîndar bûn.

Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê jî şer di navbera rejîm û komên çete de gur bû.

Di encam de zêdetirî 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Radestkirina artêşa Tirk nuqteyên xwe ji bo rejîmê jî berdewam e.

Çavkaniyan teqez kirin ku karwanek ji artêşa Tirk ji nuqteyên kontrolê yên ji taxa Raşîdîn a rojavayê Helebê û bajarê Xan Şêxon ê bejahiya Idlibê, ber bi Dergeha Bab El-Hewa ve vekişîn.

MECLISA EWLEKARIYA NAVDEWLETÎ
JI BO REWŞA XERAB A IDLIBÊ ÎRO DICIVE

Îro jî li ser daxwaza Belcîka, Almaniya û Kiwêtê ji bo gotûbêj kirina rewşa xerab a Idlib û Hemayê Meclisa Ewlekariya Navdewletî dê civîneke girtî li dar bixe.

Ev civîn piştî rewşa mirovî ya xerab li Idlibê ku tenê di 10 rojan de zêdetirî 100 sivîlî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne wê pêk were.

Leave a Reply

Back to top button