BERXWEDANA GUVEN DI ROJA 184’AN DE DEWAM DIKE

Tevî rojiya mirinê, çalakiyên greva birçîbûnê yên heyî jî bi birya dewam in. Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven 184 roj in li dar e. Tevî çalakiya Guven, çalakiya bi hezaran girtiyên di grevê de jî dwam dike.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, tevî çalakiya rojiya mirinê çalakiyên grev yên heyî jî, dewam dikin.

Hevseroka KCD Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Çalakiya Guven, di roja 184’an de ye.

Çalakiya girtiyên koma despêkê di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 146’an de didome.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan jî di roja 70’î de dewam dike.
BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
GIRTÎ TEKÎN Û AKTAŞ: EV ÇALAKIYA GREVÊ JI BO ME CIHÊ RÛMETÊ YE

Mehmet Salîh Tekîn û Erdogan Aktaş ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, ji malbatên xwe re name şandin.

Her du girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û gotin:

“Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye.”

Her wiha Çalakiya Parlementera HDP e Dersîm Dag a di 3, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, li malên xwe çalakiya xwe didome.

Ji wan çalakgeran:

Sedat Akin 124 roj,

Gurbet Ektîren 115,

Mahsun Şen 126 û Mûrat Aksin 57 roj ,

Semra Alkan 124 roj,

Û Îhsan Sinmiş 73 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button