Lîreyê Tirkiye dihele; Dolar 15,20 derbas kir

Pêşdîtinên aborînasan yên derbarê aboriya Tirkiyê de şaş derketin.
Aborînasan digotin, heta serê salê dibe ku lîreyê Tirkî li pêşberî dolar asta 15 bibîne.
Lê ev bênirxbûna lîreyê Tirkî hîna 15 roj ji sersalê re mayî pêk hat.
Îro lîreyê Tirkî li pêşberî dolar rekorek nû şikand û 15,20 derbas kir.

Beriya biryara faîzê ya Bankeya Navendî, lûtkeya nû bi dolar/TL hat dîtin.

Dolarê ku duh bi 14,83an lûtkeya xwe ya dîrokî dît, îro bi 14,91an dest bi rojê kir.

Dolar di nava rojê da bilindbûna xwe dewam kir û 15 lireyî derbas kir û bi 15,28’an rekoreke nû şikand.

Li aliyê din Euro rekora xwe gihand 17,22’an.

Banka Navendî îro biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

dê îro saet di 14:00 de biryara xwe ya faîzê eşkere bike. Hêviya bazarê ew e ku rêjeya faîzê bi 100 pûanan dakeve ji sedî 14.

Piştî biryarê rêjeya dolar/TL ji 15,65an derbas bû.

Bivê re nirxê lîreyê tirk ji sedî 5 derbas kir.

Di vê navberê de, Erdogan Alîkarên Wezîrê Xezîne û Maliyê ji erk girt.

Back to top button