Li Dêrikê 151 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn

Li Kobanî jî, cenazeyê Şehîd Cîhad Kobanê hat oxirkirin kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê jî bi merasîmekê 151 şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn, bîbîranîn.

Bi amadebûna malbat û endamên mclisên leşkerî û sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan Dêrikê bi merasîmekê 151 şehîdên ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de di demên cuda de şehîd bûn, bi bîr anîn.

Merasîm li lîstgeha Kornîşê hate lidarxistin

Cihê mersîmê bi wêneyên şehîdan û mûman hate xemilandin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û kesên axivîn lehengî û berxwedaniya şehîdên têkoşîna azadiyê anîn ziman.

Di dawiyê de senevizyonek li ser dîrok û têkoşîna 151 şehîdên ku hatin bibîranîn, hate pêşandan.

Şêniyên Kobanê cenazê şehîd Cîhad Kobanê bi mersîmekê oxir kir

Li Kobanî jî, bi sedan kesî bi merasîmekê şervanê QSD’ê Şehîd Cîhad Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Osman Simê di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Li ser navê malbata şehîd Mehmûd Şêx Elî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Welatiyan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan spartin axê.

Back to top button