Li Iraqê di gorek komî de 10 cenaze hatin dîtin

Li bajaroka Zinane ya Kifrî a Iraqê goreke komî hate dîtin.
Heta niha 10 cenaze hatin derxistin.

Di navbera gundên Xere û Duracî yên ser bi bajaroka Zinane ya Kifrî de gorek komî hat dîtin.

Ji bo lêkolînkirina gora komî û derxistina cenazeyan tîmek ji aliyê hikûmeta Iraqê hate şandin.

Di encama xebitîna tîmê de, heta niha 10 cenaze ji gorê derxistin.

Hat diyar kirin cenazeyên ku hatine derxistin hemû cilên sivîl li wan in û yek ji wan destê wî di pişt de girêdayî bû.

Her wiha li gorî agahiyên ku fermandarên pêşmerge dane, guman hene ev cenaze yên 13 polîsên Iraqî bin ku di sala 2018’an de çeteyên DAIŞ’ê ew girtibûn û dîmenên wan belav kiribûn.

Back to top button