EGER ÎRAN RÛNENÊ, EM Ê HÊZEKÊ BIŞÎNIN GELIYÊ HORMUZÊ JÎ

Beriya salekê fitîla nerehetiya navbera Tehran û Waşintonê ji bo lihevkirina nuklerî vêketiye. Ji wê demê ve Îran li ber zextên aborî dinale. Rojane jî herdu alî gefan li hev dixwin. Dewletên Kendavê jî ji bo şerê bi Îranê re amade ne.

Serokê hêzên deryayî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn Jim Malloyجيم مالوي ragihand ku çi gef ji Îranê were, Amerîka wê yekser hilgireke balafiran bişîne Geliyê Hormuzê.

Berî çend rojan Waşinton diyar kiribû ku wê Amerîka weke peyamekê ji Îranê re hilgireke balafir û mûşek-avêjan bişîne Rojhilta Navîn.

Duh jî hilgir di rêya Kanala Siwîsê re derbasî Kendavê bû.

Serokê komkeşteya 5’an Malloy teqez kir ku ew ê balafiran di geliyê re jî derbas bike eger ev yek pêwîst kir.

Em dikarin li her devera Rojhilita Navîn bigerin.

Duh dîsan Serokê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gef li Îranê xwar û got:

Eger çi êrîş ji Îran an jî ji alîgirên wê li dijî hêzên me pêk werin, Amerîka wê bersiveke bilez bide.

Rast e em şer naxwazin, lê nayê wê wateya em ê bi paş de vegerin

PASDARÊN ÎRANÎ DANÛSTANDINÊN BI AMERÎKAYÊ RED DIKIN

Feyleqa Pasdarên Şoreşger ya Îranî jî îro bersiv da û got:

Em bi Amerîkayê rûnanên û ew nikare ti êrîşeke leşkerî li dijî me pêk werîne.

Li ser heman mijarê, pisporine Kendavî îhtîmala çêbûna şerekê nêz di nava herdu aliyan de texmîn dikin.

Nîvîskarê Îmaratî Derar Felasî ragihand ku eger hat xwestin, em ê şerê Îranê bikin.

Leave a Reply

Back to top button