Li Xaneqîna Diyale di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket û 2 leşkerên Iraqî mirin.
Ajansa ROJNEWS’ê ragihand ”Li bajarokê Sediye navçeya Xaneqîn artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ji bo rizgarkirina 4 kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin dest bi operasyonê kirin.”
Li gorî heman çavkaniyê, li ser gola Hewrîn artêşa Iraqê kete kemîna çeteyên DAIŞ’ê û şer rû da.
Di encama şer de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.