BERXWEDANA GUVEN DI ROJA 185’AN DE DEWAM DIKE

Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan 6 Meh jî derbas bûn, lê hîna jî cihan li hemberî vê bêdenge.

Berxwedaniya li girtigehan bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven despêkirî, ev 185 roje lidare.

Bi Guven re bi hezaran kes di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya rojiya mirinê jî bi 30 girtiyan dewam dike.

Hevseroka KCD Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Çalakiya Guven, di roja 185’an de ye.

Çalakiya girtiyên koma despêkê 16’ê kanûna 2018’an dest pê kir, di roja 147’an de didome.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan jî di roja 71’î de ye.

ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYÊN KOMA DESPÊKÊ DI ROJA 11 AN DE YE

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 12’an de ye

30 GIRTÎ DI ROJIYA MIRINÊ DE NE

Doh di 10’ê Gulanê de komeke din ji 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin.

Girtiyên li dijî tecrîdê çalakiyên xwe didomênin diyar dikin ku heta daxwazên wan pêkneyên ewê çakiyên wan lidar bin.

Her wiha çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Leave a Reply

Back to top button