Japonya.. Ji ber şewata li eyaleta Osaka 27 kes mirin

Li bajarê Osakaya eyaleta Japonyayê şewatek biguman pêk hat.
Ji ber şewatê 27 kes mirin.
Polîsan ji têkildarî şewatê dest bi lêpirsînê kiriye.

Bîlançoya şewata ku di avahiya li navçeya Sonezaki Shinchi ya li eyaleta Osaka ya Japonyayê derketî de, girantir bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê polîsan ve hatî dayîn de tê gotin,

27 kes mirine.

Şewat şevê din li avahiyeke qata 4. a avahiyeke 8 qat pêk hat.

Her çiqasî şewat di nava 30 deqeyan de hatibe vemirandin jî lê ziyanek mezin a canî û madî bû.

Li gorî şahidên bûyerê dibêjin, şewat ji aliyê kesan ve bi zanabûn hatiye derxistin.

Li ser van îdiayan polîsan dest bi lêpirsînê kirin.

Back to top button