Cejna rojiyên Êzî ji ber êrişên Tirkiyê li Şengalê şahî pêk nayên

Îro Cejna rojiyên Êzî ye. Her sal mîna vê demê êzidî li her deverê, Şengal jî di nav de, bi coş cejnê pîroz dikin. Lê belê îsal ji ber êrişên Tirkiyeya qirker û şehadeta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ti şahî wê li Şengalê nebin.

Cejna Rojiya Êzî ya Kurdên Êzidî salane dikeve hefteya dawî ya meha Kanûnê û 3 rojên vê hefetyê rojî tê girtin.

Di baweriya Êzdayetiyê de, ev roj ên herî kurt ên salê ne, lewma 3 rojan rojî tê girtin.

Ew roj jî Sêşem, Çarşem û Pênşem in .

Roja Înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.

Li gorî hesabê Lalişê îro li seranserê Êzidîxanê Cejna Rojiyan e.

Piştî ku êzidiyan sê rojan rojî girtin, îro serê sibê berê xwe dan goristanan.

Piştî ku malbat ji goristanan vedigerin serdana hev dû dikin û cejina hev pîroz dikin.

Salane li Şengalê di van rojan de rojî bi şahiyan dihatin derbaskirin, lê îsal cejin ji salên din cuda ye.

Ji ber şehîdbûna Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, li Şengalê wê cejn bê şahî were pîrozkirin.

Back to top button