Li Sêmalkayê 74 roj in çalakî didome û hîna PDK’ê cenaze radest nekirine

Çalakiya konvedanê ya malbatên gerîlayên şehîd li deriyê Sêmalkayê ket roja 74’an. 

Malbatên şehîdan 74 roj in li Sêmalkayê li hêviya girtina cenazeyên zarokên xwe ne.

PDK’ê li şûna ku bersiva malbatan bide û cenazeyên wan radest bike, deriyê Sêmalka girt.

Tevî wê, malbatan çalakiya xwe bi dawî nekir û piştrast kirin ku heta cenazeyan negirin ew ê li wir bin.

Ji bo piştgirîya malbatan jî rojane ji herêmê şênî berê xwe didin Sêmalka û dengê xwe li yê van malbtan zêde dikin.

Doh jî şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê çûn Sêmalka û piştgirî dan malbatan.

Kesên ku tevli çalakiyê bûn hêvî kirin ku PDK’ê cenazeyan radest bike û dev ji vê siyasetê berde.

Back to top button