Ji bo 2022’an NATO milyarek û 560 milyon Euro diyar kir

Bi nêzbûna sala 2022’an re êdî yek ji mijarên herî sereke derketine pêş, diyarkirina budçeyan ne.
NATO jî butçeya xwe ya leşkerî û sivîl a 2022’an eşkere kir.
Ji bo leşkerî milyarek û 560 milyon euro û ji bo ya sivîl jî nêzî 290 milyon euro diyar kir.

NATO pakêta budçeya nû ya ku wê 2022’an were bikar anîn destnîşan kir.

Ji ber berfirehbûna polîtîkayên NATO yê, di serdema nû de bûdçeyek mezintir ji bo karûbarên sivîl hate diyarkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê NATO yê ve hat dayîn de wiha hat gotin:

“Hevalbendan butçeya NATOyê ya 2022’an a sivîl û leşkerî qebûl kir.

Butçeya sivîlan wek 289,1 milyon ewro û butçeya leşkerî jî wek 1,56 milyar euro hat diyarkirin.

Butçeya sivîl a NATO yê li gorî sala 2021’an ji sedî 8,9 zêde bû.

Ev zêdebûn ji di warê lêçûnên xebat û bernameya sivîl de ye.

Butçeya leşkerî lêçûnên xebatê yên Serfermandariya Avahiya Fermandariya NATOyê û bername, mîsyon û operasyonan li seranserê cîhanê digire.

Back to top button