YPG’ê 4 sîxurên dewleta Tirk girtin

Hêzên li herêmê bi her awayî li dijî sîxur û çeteyan di nava xebatê de ne û operasyonên wan ên di vî alî de bi encam dibin. YPG bi daxuyaniyekê ragihand 4 sîxurên dewleta Tirk hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî bi parve kirin:

“Tîmek îstixbaratê ku ji 4 sîxuran pêk tê ji bo ku agahiyan der barê nuqteyên leşkerî de kom bikin û gelek êrişan pêk bînin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye erkdarkirin.

Ev tîm ji sîxurên bi navê Xeder Mihemed El-Ezzo, Mahmud Mohamed El-Ezzo, Ehmed Husên Cerceb û Eymen Mihemed El-Nasir pêk tê.

Meha Mijdarê ev kom di encama operasyoneke taybet a Tîmên Operasyonên Leşkerî û Yekîneyên Antî-Terorê ve, hat girtin.

YPG’ê ragihand bi vê operasyonê pêşî li êrişên ku vê komê dixwest li dijî gel pêk bîne, hat girtin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ev sîxur, li xwe mikur hatine ku amadekariyên êrişan dikirin û agahiyên îstixbarî kom kirine.

Back to top button