Dolarê Amerîkî 17 lîreyê Tirkî derbas kir

Polîtîkayên şaş yên rejîma AKP’ê bo sedema ku her roja derbas dibe, civak daxwaza roja beriya wê dike.
Pîştî ku lûtkeya xwe ya dîrokî dît Bankaya Navendî cara 5 mudaxileyî dolar kir.
Îro dolar rekoreke nû ya li pêşberî lîreyê Tirkî dît û 17 derbas kir.
Ji despêka salê ve lîreyê Tirkî ji sedî 50 nirxê xwe li hember dolar winda kiriye.
Ev yek ji 2001’an ve bênirxbûna herî mezin a di lîreyê Tirkî de ye.

Civaka Tirkiye îro hîna hejar û feqîr tir bû.

Hêrsa ji bo parastina kursî û polîtîkayên şaş yên Serokê Rejîma AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, îro civaka li Tirkiyê hîna hajar û belengaztir kir.

Dolarê Amerîka li pêşberî lîreyê Tirkî (TL) rekor li ser rekorê şikand.

Piştî daxistina faîzê ya Bankaya Navendî (MB), dolar ji 17 TL’yan derbas kir û lûtkeya xwe ya dîrokî dît.

Li ser vê Banka Navendî cara 5’emîn di hêla firotina piyasê de mudaxileyî dolar kir.

Bankê cara yekemîn di 1, 3, 10 û 13’ê Kanûnê mudaxileyî dolar kir.

Li gorî daneyên Bloomberg HT cara despêkê 650, cara duyemîn 400, cara sêyemîn 500 milyon û piştre jî bi 2,5 milyar dolar destwerdan kiriye.

Bi destwerdana dawî re, heta niha 4 milyar dolar bikar aniye.

Piştî mudaxileya xwe Banka Navendî daxuyanî da û ev tişt got:

Ji bo pêşîgirtina li bênirxbûnê, ev gav hatiye avêtin.

Lê balkêşe ku ti karê Banka Navendî nîne ku destwerdanek bivî awayî bike.

Aborînas jî dibêjin, çawa destwerdanên berê, encam negirtiye ev jî wê nekare rê li ber bênirxbûnê bigre.

Piştî destwerdanê dolar daket 16,60 TL’yan û euro jî daket 18,81 TL’yan.

Lîreyê Tirkî ku bi nikare li pêşberî dolar nirxê xwe biparêze hefte bi 13,80 TL yî despê kiribû.

Piştî biryara faîz a Banka Navendî nirxê pereyê Tirkiye careke din dest bi daketinê kir.

Lîreyê Tirk ji destpêka îsal ve ji sedî 50 nirxê xwe li hember dolar winda kiriye.

Ev yek ji 2001’an ve bênirxbûna herî mezin a di lîreyê Tirkî de ye.

Bê guman yek ji sedema qeyrana aborî a li Tirkîyê, şerê Dewleta Tirk a li dijî Kurdan e ku bi sedan mîlyar dolar ji bo kuştin û tunekirina Kurdan xerc dike.

Back to top button