LI DÊRA ZORÊ MOTOREKE BOMBEBARKIRÎ HAT BÊBANDORKIRIN

Piştî têkçûna DAIŞ”ê ji aliyê leşkerî ve, êdî xeteriya şaneyên razayî derdikevin.Li Dêra Zorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya welatiyan motoreke bombe-barkirî bê bandor kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî mijarê ev agahî dan,

Îro li ser agahiyên welatiyan ku motoreke bi guman li ser pira Bisêra ya gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hatiye bicihkirin, dewriyeke Hêzên Ewlekariyê diçe cihê bûyerê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derdora motor dorpêç dikin da ku ziyan neghêjin mirovan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar dike ku tîmên endizyariya rakirina mayînan piştî motor kontrol kir, eşkere bû ku bombe li motorê hatiye barkirin.

Li ser vê yekê motor hat bêbandorkirin.

Leave a Reply

Back to top button