92 Roj derbas bûn lê kujerên Şukrî Serhed nayên eşkerekirin

92 roj bi ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê Şukrî Serhed re derbas bûn.
Komîteyê di çalakiya vê hefteyê de jî li Silêmaniyê banga eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhed kir.
Li cihê çalakiyê wiha hate gotin; “Heya kujer neyên eşkerekirin, wê çalakiya me dewam bike.”

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi nasnav Şukrî Serhed, 17’ê Îlonê li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîd bû.

92 roj bi ser şehîdkirina Şukrî Serhed re derbas bûn, lê hîn jî kujer nehatine girtin.

Belgeyên ku derbarê nasnameya kujeran de dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Çalakiya bi armanca ji bo eşkerekirina kujerên Şehîd Şukrî Serhed ku di 17’ê Cotmeha 2021’an de li silêmaniyê destpê kir vê hefteyê jî dewam kir.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn.

Di çalakiyê de, li se navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de carek din hate bi bîr xistin ku 92 roj li ser şehîdkirina Şukrî Serhed re derbas bûn, lê hîn jî kujer nehatine girtin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir, desthilata Herêma Başûr û saziyên ewlekariyê heya niha derbarê bûyerê de ti agahiyek belavnekiriye.

Komiteyê eşkere kir ku ev bêdengiya raya giştî ya Hikûmetê dikeve xizmeta nokertiya ji bo dijmin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, veşartina belgeyan ya ji aliyê saziyên ewlekariyê ve bi tundî şermezar kir û got,

“Heya kujerên şehîd Şukrî Serhed neyên eşkerekirin û destê xiyanetê yê pişt bûyerê neyê ronîkirin, wê çalakiya me dewam bike.”

Back to top button