Yekitiya nivîskarên Kurd li Sûriyê kongreya xwe ya 5. lidarxist

Bi dirûşma “Nivîskarî berpirsyarî ye” Yekitiya Nivîskarên Kurd a li Sûriyê, kongreya xwe ya 5`an li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di kongreyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr û gelek siyasetmedar amade bûn..

Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd di kongreyê de axivî û diyar kir wan di sala derbasbûyî de yekitiya xwe mezintir û berfirehtir kir.

Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê-HRRK’ê Welîd Bekir jî axivî û xwest sîwaneke ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê re bê avakirin û rewşenbîr bikarin nasnameya kurd biparêzin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî jî diyar kir ku divê ew ji bîr nekin ku ew bi saya keda şehîdan di nava aramîyê de dijîn.

Paşê sînevîzyonek der barê xebatên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê de hat pêşandan.

Back to top button