Êzîdiyên Efrînê ku li Şehbayê cejna Êzî li goristana şehîdan pîroz kir

Îro Cejna Rojiya Êzî ya civaka Êzîdî ye.
Êzîdîyan piştî sê rojan a rojiyê îro Cejna Êzî pîroz kir.
Li Şehba û Helebê welatiyên Êzîdî vê sibê berê xwe dane goristanên şehîdan û Cejina Êzî li wir pîroz kir.

Êzîdî Cejna Rojiya Êzî ku dikeve hefteya dawîn ji meha Kanûnê piştî 3 roj ji rojiyê pîroz dikin.

Di baweriya Êzdayetiyê de, ev roj ên herî kurt ên salê ne, lewma 3 rojan rojî tê girtin.

Ew roj jî Sêşem, Çarşem û Pênşem in .

Roja Înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.

Êzîdî di cejinê de serê sibê serdana goristanan dikin û piştre vedigerin serdana hev du dikin û cejina hev pîroz dikin.

Êzîdiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Şehba û Helebê îro cejina Êzî pîroz kir.

Li Şehbayê bi dehan Êzîdiyên Efrînê ku li Şehbayê koçber in berê xwe dane Goristana Şehîdan a li Ehrezê û Cejna Êzî li wir pîroz kirin.

Êzîdiyên li Helebê cejna êzî li goristana şehîdan pîroz kir

Li Helebê jî, bi dehan Êzidiyan ji bo pîrozkirina Cejna Êzî, vê sibê berê xwe dan Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û cejna Êzî pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan ciwanê Êzidî Îvan Berekat qewlên olî gotin.

Endama Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa jî axivî û ev cejn li tevahiya Êzidiyên li cîhanê pîroz kir.

Roşîn Mûsa şehîdên ku bi armanca azadkirina civaka Êzidî canê xwe feda kir bi bîr anî û wiha dwam kir:

Endama Mala Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa di dawiyê de soza parastina Şengalê ji êriş û sûcên dewleta Tirk da.

Di dawiyê de beşdaran gul li ser gorên şehîdan danîn.

Back to top button