Foza Yûsif: “Divê sala 2022′ an bibe sala xurtkirina çandiniyê”

Civîna salane ye Meclisa Kantona Qamişloyê hat lidarxistin.
Di civînê de Foza Yûsif bal kişande li ser krîzên li herêmê û rêyên çareseriyê.

Di civîna salê ya Meclisa Kantona Qamişloyê de ku li navenda Aram Tîgran a çand û hunerê ya bajarokê Rimêlan hat lidarxistin, 200 kes amade bûn.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di civînê de bal kişand ser krîzên ku li Rojhilata Navîn.

Foza got, Ji ber nebûna sîstemeke civakî ya demokratîk pirsgirêkên aborî û siyasî kûrtir û dubare dibin.

Foza Yûsif destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser alternatîfa rejîmên serdest e û got, “lê hêzên paşverû yên ku baweriya wan bi gel nayê, vê projeyê ji bo xwe wek xeterî dibînin.”

Foza Yûsif li ser krîza aborî ya Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha got:

“Em bi krîzeke aborî re rûbirû ne, lê heke em xebatek bi rêk û pêk bi rê ve bibin, em ê bi ziyanên kêm vê krîzê derbas bikin.

Ji ber vê yekê divê em giraniyê bidin ser çandiniyê, ji ber ku ew stûna sereke ya rakirina aboriya herêmê ye.”

Civîn bi derxistina plansaziya sala 2022’an bi dawî bû.

Back to top button