LI AMED, WAN, STENBOL Û KOCEALIYÊ DAYÎK DISAN LI SER LINGAN BÛN

Dayîkên girtiyan li dijî hemû êrîş û hovîtiya polîsan jî li ber girtîgehan bi çalakî û daxuyaniyên xwe berxwedana xwe dimeşênin.

Dayîk bi şev û roj li qadanin. Car li ber girtîgehan, car jî li ber parqekê. Lê çalakiyên xwe her lidar dixin.

Bi rojane Dayîkên girtiyan ku di çalakiya gireva birçîbûnê de ne, çalakiyan li dar dixin.

Dayîk li ber girtîgehên Amed, Wan, Bakirkoy a Stenbolê û Gebze ya Kocealî kom dibin û dengê xwe li dijî faşîzmê bilind dikin.

Dayîkan li nava Stenbolê cilên ku wêneyê sembola çalakgerên greva birçîbûn Leyla Guven li ser bûn li xwe kirin û meşiyan.

Her çiqasî polîsan xwestin çalakiya dayîkan bidin rawestandin jî lê dayîkan astengî nasnekirin û çalakiya xwe pêk anîn.

Li Wanê jî heman dimen hebû.

Dayîkên ku roj li qadan bi meş û çalakiyan bêdengiya li dijî tecrîdê şermezar kirin, bi şevê jî li Parka Hunerê find pêxistin.

Dayîkan bi vê çalakiyê piştevaniya xwe ya bi çalakgeran re nîşan dan.

Leave a Reply

Back to top button