Welatiyek 27 salî ji Efrînê ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Sûc û hovitiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê her ku diçe zêde dibe.
Welatiyek li Efrînê ku 3 salan di girtînên çeteyên Dagirkeriya Tirk de piştî berdana wî bi demeke kurt, ji ber êşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.
Li aliyekî din çeteyan di van rojên dawiyê de derdora 2500 darên zeytûnê li Efrînê birîne.

Li gorî çavkaniyan piştî rewşa tenduristiyê ya Mele Elî xerab bû, çeteyan beriya çend mehan ew serbest berdan.

Piştî Mele Elî vegeriya malê, derket holê ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye.

Malbata Mihemed Mele Elî kurê xwe şand Tirkiyê da ku were dermankirin, lê tevî ku nexweşxaneyên Tirkiyê birîndarên çeteyên DAIŞ`ê derman dikin, bi hêcetan ku Mele Elî bê nasname ye nehat derman kirin..

Mihemed Ednan Mele Elî duh bi şev ji ber bandora êşkenceya di girtîgehê de, jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan li gundê Coqê û gundên navçe Şêrawa 2415 darên zeytûnê birîn

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk li gundên Coqê yê navenda bajarê Efrînê û li navçeya Şêrawa derdor 2415 darên zeytûnê birîne.

Back to top button