Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi amadebûna 400 xwendakar û nûnerên Rêveberiya Xweser duyemîn konferansa xwe li Şehbayê li dar xist.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dirûşma “Bi pêşengiya ciwanên Apoyî, em ê şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin” duyemîn konferansa xwe li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist.
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di konferansê axivî û lidarxistina konferansê li xwendekaran pîroz kir.