Rûsya bang li NATO kir: Ji sînorên Ewrûpaya Rojhilat dûr bikevin

Di wextekî de ku aloziya li ser sînorê Ukraine dewam dike, Rûsya di bin navê çareseriyê de daxwazên xwe eşkere kirin.

Li gorî vê,

Ji bo Mosko şertê çareseriyê, dûrketina NATO ji sînorên Ewrûpaya Rojhilat e.

Rusya bang li NATO kir da ku daxwaza endametiyê ya Ukraîne û welatên berê ên Sovyetê red bikin..

Her wiha ji hêzên NATO’yê jî xwest ku sînorên Ewrûpaya Navîn û Rojhilatê derkevin.

Rêveberiya Mosko ev daxwazên xwe weke belgeya “misogeriy ewlekariyê” pêşkêş kir.

Lê ji niha ve NATO, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpayê dibêjin, ne mumkine ku ev daxwazên Rûsyayê bicih werin.

Hin xalên ku di belgeya Rûsyayê de cih girtine ev in:

Divê hêza NATO mezin nebe û daxwaza endametiyê ya Ukraine were redkirin.

NATO xebatên xwe ên leşkerî li Ukraine, Ewrûpaya Rojhilayê, Qefqas û Asaya Navîn bidawî bike.

Divê moşke li hemberş sînorên Rûsyayê neyên bicihkirin.

Back to top button