Artêşa Tirk gundên Til Temir topbaran kir

Roj tune ku dewleta Tirk êrişî herêmê neke..

Doh dîsa dewleta qirker gundên Til Temir da ber topan.

Artêşa dewleta Tirk doh careke din berê topên xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî..

Vê carê jî artêşê gundê Dirdara û Um El-Kêf ên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Ji ber topbaranê ziyan gihiştin xetên kehrebeyê û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Tevî ku ji sala 2019’an agirbestek hatî ragihandin jî lê dewleta Tirk dev ji êrişan bernade.

Rûsyaya garantor jî li hember van êrişan xwe li bêdengiyê daniye û ti helwestê nîşan nade.

Back to top button