Derfetên pêkanîna hilbijartinên 24’ê kanûnê li Lîbyayê kêm dibin

Ji hilbijartinên serokatiya Lîbyayê re tenê 6 roj man.

Lê diyar ku wê ev yek bi hêsanî pêk neyê.

Ev yek ji rewş û aloziyên heyî jî diyar dibe.

Û weke encam, taloqkirina an jî betalkirina hilbijartinan vê gavê di rojevê de ye.

Piştî 10 salan ji şerê navxweyî, plan ew e ku 24 vê mehê hilbijartinên giştî pêk werin.

Lê hem berpirsên meclisê û hem jî komîsyona bilind a hilbijartinê difikirin wê ev yek were taloqkirin.

Li gorî wan, derfetên pêkanîna hilbijartinên peyda nebûne.

Bi vê armancê amadekarî tên kirin ku taloqkirina hilbijartinan bi awayekî fermî were ragihandin.

Serokê Komîsyona Bilind Îmad El Seyac têkildarî astengiyan raporek pêşêkî sefîrê Amerîkî yê taybet kir.

Şêwermenda sekreterê Neteweyên Yekbûyî Stephanie Williams (Stefanî Wîlyamz) çû Bingazî da ku amadekariya taloqkirina hilbijartinan bike.

Ev tevgera dawî, hişt ku di nava civaka Lîbyayê de fikarên destpêkirina şerê navxweyî pêş bikeve.

Lewma di rewşa heyî de tenê 2 rê xuya dikin;

Taloqkirin, an jî betalkirin.

Herdû jî dikarin bibin sedema vegera li şer û têkbirina hewldanên çareseriyê.

Serokê Meclisa Bilind Xalid El Meşrî ku alîgirê dewleta Tirk îdîa kir ku sedema pirasgirêkan, namzetiya Seyfûlîslam Qedafî ye.

Piştî hevdîtina El Meşrî bi şefê rêjîma Tirk Erdogan re, derketibû holê ku eger namzetiya Qedafî û Hafter were erênê, ew ê hilbijartinan asteng bikin.

Back to top button