Bedran Çiyakurd ji Şerq El Awsat re: Şam tenê li gorî pêvanên xwe diyalogê dixwaze

Ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Bedran Çiyakurd, bi bîr xist diyaloga navxweyî di nava hêzên Sûrî de wê rê liber çareseriyê veke û got; “Li hemberî vê daxwazê, tişta ku desthilata Şamê ferz dike, diyaloga li gorî pîvanên wê ye. Ev yek jî dibe sedema xetimîna çareseriyê.”

Alîkarê serokê desteya rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Bedran Çiyakurd, ji Rojnameya Şerq El Awsat re axivî.

Çiyakurd anî ziman ku rêbaza diyalogê ji bo tevahiya aliyên li Sûrî çareseriya herî raste û wiha got:

“Ji ber rewşa perçebûyî, gelên li Sûrî dibin qurbanê perjewendiyên hêzên derve.

Li vir tişta li hemberî çareseriyê dibe asten helwesta desthilata Şamê ye.

Ew dixwazin bi rêbazên leşkerî û li gorî pîvanên xwe diyalogê ferz bikin.

Ji wan ew e ku ewê bi vê yekê careke din li pêvajoya beriya 2011’an vegerin.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku rojeva herî girîng a Sûrî, lazime rizgakirina deverên dagirkirî be û wiha dewam kir:

“Bi rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, wê êdî mirov li cih û warên xwe vegerin.

Ev yek ji xebatên men ên bingehîn e. Yanî eger demên pêş diyalog pêşbikeve, wê daxwaza rizgarkirina deverên dagirkirî armanca pêşî be.

Wekî din divê were zanîn ku armanca Rêveberiya Xweser ji diyalogê ev e:

Lihevkirina aliyan û pêşxistina çareseriya siyasî.

Bi vê awayî, di serî de dewleta Tirk, em ê pêşî li derxistina hêzên biyanî vekin.”

Bedran Çiyakurd diyar kir ku desthilara Şamê vê gavê ne xwedî siyaseta çareserî û xizmetkirina civakê ye û got,

“Bi rêbazên şer û leşkerî dîsa difikire ku ew ê bibe xwediyê her tiştî.”

Back to top button