YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd, eşkere kir

Li aliyekî êrişên dewleta Tirk a dagirker û li aliyê din jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê dewam dikin. Hêzên parastinê jî bersiva van êrişan didin. YPG’ê ragihand şervanê wan ê bi navê Roj Şengal û Şervan Şedadê şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 2 şervanên wan şehîd bûne.

YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ew têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser şoreşa Rojava û destketiyên wê bê navber dimeşînin û wiha hat gotin,

“Nirxên me yên esasî ku hişt ev şoreş bi pêş bikeve û bigihêje vê astê, şehîdên me ne.

Têkoşîna me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê, bi awayekî bi heybet berdewam dike.”

YPG’ê di şexsê şehîd Roj û şehîd Şervan de tevahî şehîdên leheng bibîranîn û destnîşan kir gel îro ji her demê zêdetir li derdora vê têkoşînê kom bûye û xwedî li şehîdên xwe derdikeve.

YPG’ê li ser her du şehîdan wiha got,

“Hevrêyê me Roj ku di vê têkoşînê de bi awayekî çalak cîh digirt, di operasyona li herêma Dêrazorê ya li hember DAIŞ’ê de şehîd bû.

Hevrêyê me Şervan jî, li Hesekê di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bû.”

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên her du şehîdan û gel re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Roj Şengal
Nasnav Seyfo Îbo,
16’ê Kanûna 2021 li bajaroka Deşîşa a Dêrazorê şehîd bû.

 

Şervan Şedadê
Nasnav Efram Qasim Sevmê,
9 Kanûna 2021 li Hesekê şehîd bû.

Back to top button