Çeteyan du kesên din ji Efrîna dagirkirî revandin

Ji Efrîna dagirkirî rojane çeteyên dewleta Tirk welatiyan direvînin û mal û milkên wan jî desteser dikin. Çeteyan du kesên din li Efrînê revandin û heta niha aqubeta wan nayê zanîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, istixbarata dewleta Tirk li Cindirêsê girte ser mala welatiyê bi navê Reşîd Menan Seydo û birin girtîgeha gundê Axcelê yê Cindirêsê.

Heta niha çarenûsa Reşîd Menan ne diyar e.

Her wiha çeteyan endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî yê bi ser ENKS’ê ve Kawa Şemsedîn jî revand.

ENKS’ê ku bang li welatiyên Efrînê dikir vegerin Efrîna qaşo bi ewle, xwe li ser revandina endamê xwe ker û lal kiriye.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên Li Bakurê Sûriyê, çeteyan tenê ji serê vê mehê heta niha 38 welatî ji Efrînê revandine.

Back to top button