Şehîd Rizgar Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn

Şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz ji aliyê rojnemevan û malbata wî ve di 4. salvegera şehadeta xwede li Mexmûrê li ser gora xwe hate bîranîn.

Rojnamevan Rizgar Denîz ku di 12’ê Cotmeha 2017’an de dema pêngava rizgarkirina Dêrazorê dişopand, di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujî de, tevî Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed bi giranî birîndar bû.

Rizgar piştî 70 rojan ji birîndariya xwe di 18’yê Kanûna heman salê tevlî karwanên şehîdan dibe.

Li Mexmûrê bi rasthatina 4’emîn salvegera şehadeta Rizgar Denîz bi tevlîbûna heval û malbata wî merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Li ser navê rojnamevanên li Mexmûrê Jiyan Pîran axivî û diyar kir ewê têkoşîna Şehîd Rizgar bidomînin.

Dayika Şehîd Rizgar Meryem Adanmiş jî got: “Rizgar ji bo bibe dengê gelê xwe û gelên bindest berê xwe da rêya azad.”

Back to top button