Îro balafirek bêmirov a dewleta tirk êrişî bargehên hêzên hikûmeta Şamê ên li Şehbayê kirin. Doh jî dewleta dagirker gundên Til Temir da ber topan.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker baregeheke hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Şêx Îsa yê Şehbayê bi 2 moşekan topbaran kirin.
Di der barê encamên topbaranê de ti agahî nehatine li ber dest.
Di seatên berêvarî de jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk li ser herêma Efrîn û Şehbayê digeriya.
Doh jî artêşa dagirker gundê Dirdara û Um El-Kêf ên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Ji ber topbaranê ziyan gihiştin xetên kehrebeyê û kehrebe li ser navçeyê qut bû.