Siyasetmedarên jin ên Bakûrê Kurdistanê li dijî girtina Siyasetmedar Aysel Tugluk bertek nîşan dan û gotin: “Heta Aysel neyê berdan em ê bibin dengê wê.
Aysel Tugluk di 2016’an de di operasyona li hemberî Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) de hat girtin û niha li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê de girtiye.
17′ Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, 10 sal ceza lê birîn û ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin.
Rewşa tenduristiya Ayselê roj bi roj xirabtir dibe.
Hiqûqnas û siyasetmedarên jin der barê rewşa Ayselê de axivîn.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr ev nirxandin kir:
“Tevî raporan, zextên raya giştî û kampanyayê hîna girtiye.
Tiştên li Ayselê tên kirin, nêzîkatiyekê taybet a deshtilatdariyê ye.
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî balkişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan tên kirin û got;
Li vî welatî edelet di fikra Aysel Tugluk, di bedena Garîbe Gezer û di dilê Emîne Şenyaşar de ye.
Divê Aysel û hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Endama Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel jî wiha bilêv kir:
“Faşîzma AKP-MHP’ê bi vê pêngava xwe re dixwze tevgera jinên kurd û hemû jinên têdikoşin ceza bike.
Heta ku Aysel Toguluk, Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Çîlem Dogan neyê berdan têkoşîna me wê bidome. ”
Ji Tora Parastina Jinan Gokçe Korkmaz jî diyar kir ku li Tirkiyê daraz kujer û destdirêjkaran diparêze, lê jinên têdikoşin û li mafên xwe digerin ceza dikin.
Em banga azadiyê ji bo Aysel û hemû girtiyên jin dikin.