AVAKIRINA DÎWARÊ PERÇEKIRINÊ LI KÎMARÊ, CILBIRÊ Û BASILÊ JI ALIYÊ DAGIKERIYA AKP VE DIDOME

Lêkirina dîwarê perçekirinê derdora Efrînê ji aliyê dagirkeriya rêjîma AKP ve didome. Herî dawî jî, hêzên dagirkeriyê di van rojan de, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa dîwarê perçekirinê lêdike. Dirêjahiya dîwar gihaştiye 2 kîlometreyan.

Lêkirina dîwarê perçekirinê derdora Efrînê ji aliyê dagirkeriya rêjîma AKP ve didome.

Herî dawî jî, hêzên dagirkeriyê di van rojan de, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa dîwarê perîekirinê lêdike.

Dirêjahiya dîwar gihaştiye 2 kîlometreyan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa dirêjahiya dîwêr gihaştiye 2 kîlometreyan.

Weke projeya despêkê, dagirkeriya rêjîma AKP hewl dide gundên Cilbirê, Meryemîn û Basilê yên navçeya Şêrewa ku li başûr-rojhilatê Efrînê dikevin, bigihîne hev.

Her wiha, lêkirina dîwar li gundê Kîmarê yê heman navçeyê ji aliyê hêzên dagirkeriyê ve dewam dike.

Bilindahiya dîwar 3 metre ye û aramanca avakirina wê ya niha çêkirina kembereke ewlehî li derdora Efrînê ye.

Bi vî awayî dixwazin Efrînê ji xaka Sûriyê parçe bikin.

Ev dîwar li ber çavên rêjîma Sûrî ya lawaz û bêbiryar tê avakirin.

Her wiha li ber çavên Rûsya ya ku li herêmê bûye parêzvanê berjewendiyên dewleta Tirk û rêjîma wê AKP, tê avakirin.

Lê heta niha bertekek cidî ji van hêzan ne haitye.

Leave a Reply

Back to top button