Êdî her roj cenazeyê girtîyekî nexweş ji girtîgeheke Tirkiyê derdikeve

Di nava deh rojan de 5 girtîyên sîyasî ên Kurd, li girtîgehên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Girtîyê 5. ku li girtîgeha Bolû jiyana xwe ji dest da, girtîyê nexweş Ilyas Demîr ê 32 salî ye.

Êdî her roj cenazeyê girtîyeke nexweş, ji gîrtîgehên Tirkîyê ku ji wan re bûye çala mirinê derdikeve.

Di nava deh rojan de 5 girtîyên sîyasî ên Kurd yên nexweş, li girtîgehên Tirkîyê, ji ber ku nedihatin dermankirin hatin qetilkirin.

Ji xwe hikûmet û wezareta edaletê ya Tirkîyê xwe li ker, lal û korî yê danîye û weke polîtîkayeke taybet vê yekê dimeşîne.

Ev polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî girtîyên sîyasî ên Kurd, roj bi roj wan dibe mirinê.

Deh roj an de 5 cenaze ji girtîgehan derketin

Piştî Garîbe Gezer li girtîgeha Kandira, Xelîl Guneş li girtîgeha Amedê, Abdulrezzak Şûyûr li Şakranê, Salih Togrûl jî li Nexweşxaneyê Mersînê jîyana xwe ji dest da, vê carê jî Girtîyê nexweş Îlyas Demîr li girtîgeha Bolû yê hat qetilkirin.

Hat ragihandin ku girtîyê nexweş Demîr li girtîgeha Bolû yê di hucreya yek kesî de awayek mirî hatîye dîtin.

Girtîyê nexweş Îlyas Demîr jî jîyana xwe ji dest da

Têkildarî mijarê xwîşka Îlyas Demîr Mahîde Demîr axivî û dîyar kir ku lyas Demîr ji sala 2013’an ve di gelek girtîgehan de maye û nerehetîyên wî yên derûnî hebûn.

Demîr da zanîn ku ji bo dermankirina zarokê xwe gelek caran serî li rêveberîya girtîgehê dane, lê belê serlêdanên wan esas nehatine girtin.

Li ser mirina girtîyên nexweş, HDP û hîn sazîyên demokrat serlêdanê ji bo wezareta edaletê didin û bertek nîşan didin, lê hemû serlêdan bê bersiv têne hiştin.

Back to top button