PAJK: Em soz didin tola wan hilînin

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî şehadeta girtiyên siyasî û nexweş yên di zindanên Tirkiyê de daxuyaniyek da. PAJK’ê berpirsiyariya şehadetan rejîma Faşîst a qirker AKP-MHP’ê û Neteweyên Yekbûyî nîşanda û got: “Têkoşîna me ya ji bo hesabpirsîna ji zalim û zordaran wê di bin her şert û mercî de bênavber bidome”

Rêjîma Faşîst a qirker AKP-MHP’ê, bi polîtîkayên qirkirinê yên li dijî girtiyên siyasî û nexweş, zindan veguherandina cihe mirin ê.

Taybet di van demên dawî de hema bejin her roj agahiyên şehadete ji girtîgehên Tirkiyê tên.

Di nava deh rojan de 5 girtîyên sîyasî ên Kurd yên nexweş, ji ber ku nedihatin dermankirin hatin qetilkirin.

Koordînasyona PAJK’ê derbarê agahiyên şehedetê yên li girtîgên Tirkiyê de, daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê dest pê kê, hevrêyên xwe yên ku hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatê wan re xwest.

PAJK’ê destnîşan kir polîtîkayên înkar, qirker û şer yên li beramber pirsgirêka Kurd tên rêvebirin dibe sedem ku Kurd her roj bimirin û wiha got:

Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, heta ku rejima Tirk demokratîk nebe, her kesê ku ji bo çareseriya pirsgirêkê têdikoşe, wek berê rastî şîdeta dewletê û AKP’a ku nûnertiya dewletê dike tê.

Rastiya girtîgehan rastiya dîrokî ya siyasî ya Komara Tirk a neteweperest, nîjadperest, zayendperest û faşîst a Tirk e.

Girtîgehên ku bûne malên mirinê, asta rastiya Tirkiyê ya gihîştiye nîşan dide.”

Koordînasyonê daxuyand girtiyên siyasî bi desteserkirina her cûre mafên wan û bi êşkenceyê re rû bi rû têne hiştin.

Koordînasyona PAJK’ê, rejîma faşîst a AKP’ê-MHP’ê, DYE, Îngilîstan û welatên YE’yê ku pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tên wek berpisiyarê şehadeta nişan da.

Koordînasyona PAJK’ê eşkere kir ew ê destûrê nedin asayîkirina mirinan û ew ê fêrî vê rewşê nebin û got:

“Têkoşîna me ya ji bo hesabpirsîna ji zalim û zordaran wê di bin her şert û mercî de bênavber bidome

Em soz didin gelê xwe û rêhevalên xwe yên li girtîgehan, bi bilindkirina şerê xwe yê gel ê şoreşgerî li dijî dijminê ku tabûtan ji gelê me re rewa dibîne, tola wan hilînin.”

Koordînasyonê bang li raya giştî kir rabin ser piyan da ku ji girtîgehên rejîma faşîst a zordar nûçeyên mirineke din neyên girtin.

Back to top button