2 şervanên QSD’ê li Dêrikê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê û gundewarên wê cenazeyên şervanên QSD’ê Eqîl Reşo û Yasîn Eksî ku di êrişên li ser Til Temirê de şehîdbûne, oxirkirin.

Her dû şehîdên QSD’ê Eqîl Reşo (Fedekdar Kurdistan) û Yasîn Eksî (Diyar Kesk) bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê Ebdurehman Xêrkî di merasimê de axivî û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan dan.

Li ser navê Meclisa navçeya Dêrikê Şiyar Efrîn jî soza berdewamiya berxwedanê a li dijî êrişan da.

Piştre xalê şehîd Fedekar, Ebdulmecîd Mihemed soz da ji bo pêkanîna xeyalên şehîd ya azadiyê çeka wî hilgire.

Piştre wesîqeya şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Back to top button