RIZA ALTÛN: PÊVAJOYA BI PÊŞENGTIYA GUVEN DESTPÊKIRÎ TÊRA XWE MEŞRÛ Û MAFDAR E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn di Medya Haber TV de axivî û got, Tecrîda li ser rêber Ocalan û Polîtîkayên li ser zindanan helbet nayên qebûlkirin. Divê her kesê ku têkoşîna demokrasiyê dike destekê bide çalakiyên grevên birçîbûnê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn tevlî Bernameya Taybet a televsiona Medya Haber bû mijarên di rojevê de nirxand.

Riza Altûn tecrîda li ser Rêber Ocalan ku bi salan e didome bi bîr xist û derbarê grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkirî wiha got:

”Ev pêvajoyeke têra xwe rawa û mafdar e.

Hem aliyê wê yê rawabûna takekesî heye û hem jî rewşeke wiha ye ku rasterast bi avaniya rejîma siyasî ya Tirkiyê re têkildar e.

Ên ku ji vê rewşê ne xweş in jî bi gotina hema bila tiştek bi min nayê, navê min tevlî tiştekî dî nabe, bêdeng dimînin.

Divê hem li eniya Kurdistanê û hem li eniya Tirkiyê hemû kesên ku têkoşîna demokrasiyê dikin li dora vê çalakiyê asê bibin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê RIZA ALTÛN:
DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ ÇALAKGERÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn anî ziman ku niha tecrîd li ser tevahiya gelê herêmê heye û ev tişt anî ziman;

”Helbet tecrîda li ser Rêbertî nikare were qebûlkirin.

Polîtîkayên li ser zindanan helbet nikarin werin qebûlkirin.

Lê ku tenê em weke tecrîda li ser Rêbertî bibinin ev têrê nake.

Li ser hemû civakê heye.

Siyasta ku di şexsê Rêbertî de tê danîn, qirkirina civakê ye.”

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê RIZA ALTÛN:
DEWLETA TIRK BI TENÊ MAYE Û KETIYE IFLASÊ

Altûn rewşa tirkiye û hikumeta AKP’ê bi van gotinan şîrove kir;

”Mîna bi asta herêmî hin derdorên ku Tirkiye bi wan re tifaqê bike nemaye.

Tenê bi Rûsyayê re, ew jî tifaqeke bi berjewendiyê ya bi mirinê ye,

Ji bilî vê bi dewletên herêmê re, bi kesî re têkiliyeke dirust nemaye. Bi her kesî re xwînî ye.

Li vir têk çûye.”

Leave a Reply

Back to top button