MSD civîna xwe ya salane li dar xist

Îro,bi beşdarbûna endamên partiyên siyasî û berpirsên Rêveberiya Xweser, MSD civîna xwe ya salê li dar xist.

Di civînê de encamnameya kongreya şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê hatin nirxandin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed encamên kongreyê yên li ser asta siyasî bi beşdaran re parve kirin.

Îlham Ehmed got:

“Hewldanên diyalogan bi Şamê re û civîn û diyalog bi dewletên rojavayî re hatin lidarxistin û herî dawî li Stokholmê bû.

Gelek kesayetên sûrî yên nû beşdarî vê hevdîtinê bûn. Me bi gelek kesayetên niştimanî re hevdîtin pêk anîn.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed anî ziman ku diyalog nayê wateya radestkirina herêman ji Hikumeta Şamê re û wiha dewam kir:

“Ev diyalog li ser asta siyasî giştî ye, em li proseya siyasî ya rasteqîn digerin.”

Piştre, deriyê nîqaşê û pirsan hate vekirin. Piraniya aliyên hazir li ser diyalogên sûrî, civînên MSD’ê bi dewletên rojavayî re, pêşxisitna zemîna gel a MSD’ê bi rêya diyalogên kurdî û hewandina hemû aliyên sûrî pirs û pêşînyar kirin.

Derbarê pirsên li ser diyalogên kurdî-kurdî jî Îlham Ehmed ev bersiv da:

“Ji ber daxuyaniyên ENKS’ê diyalogên kurdî-kurdî hatin astengkirin. Em hewl didin bi wan re diyalogan bi ser bixin, her wiha me soz da Amerîka da ku diyalogan li dar bixin û ew jî zextê li ENKS’ê bikin.”

Back to top button