Bi hezaran kes li herêma Katalonya li dijî perwerdiya Spanî rabûn

Li herêma Katalonya, dadgeha destûrî biryar da ku ji sedî 25’ê perwerdeyê bi zimanê Spanî be. Li dijî vê yekê bi hezaran Katalan daketin qadan û biryara dadgehê şermezar kir.

Li Spanyayê Dadgeha Destûrî biryar da ku li hemû dibistanên herêma Katalonyayê, rêjeya pwerwerdeya bi zimanê Spanî ji sedî 25 be.

Vê yekê rê li ber nerazîbûna gelê Katalan vekir.

Doh li paytexta herêmê, Barcelonayê xwepêşandaneke girseyî pêk hat.

Li ser banga sendîka û saziyên perwerdeyê, bi hezaran kes meşiyan.

Xwepêşandan bi durûşmeya, “niha û her gavê, perwerdeya bi Katalonî” pêk hat.

Seroka Komeleya Netewî ya Katalonyayê Elisenda Paluzie di xwepêşandanê bi van gotinan nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê da:

Li herêma me zimanê fermî Katalonî ye. Biryara dawî tê wateya qirkirina ziman, nasname û çanda me.

Sedsala 20’an, zimanê Katalonî ji aliyê dîktatoriya Franko ve hatibû qedexekirin.

Lê piştî têkçûna wî, Katalonî careke din bû yekane zimanê fermî yê herêmê.

Back to top button