Li Fîlîpîn heta niha 75 kesan jiyana xwe ji dest daye

Ji roja pêncşemê ve, bahoza bi navê Ray, ku îsal ji bahozên herî xurt e Filipîn daye ber xwe. Heta niha 75 kes bûne qurban û bi dehan jî winda ne.

Ajansa France Press li ser navê waliyê Girava Bohol a li Fîlîpînê Arser Yab ragihand “49 kesan li giravê tenê jiyana xwe ji dest da û 10 jî winda bûne.”

Bi vê jimarê jî bîlançoya qurbanên vê bahozê bilindtir dibe û dibe 75 kes.

Ji ber vê bahozê û xurtbûna wê, 300 hezar kes neçar man ji warê xwe derkevin.

Keherebe û peywendî jî li gelek herêmên vî welatî qut bûne.

Tevî wê, bi sedan dar hatine birîn û avahî rûxiyane.

Berpirsekî Heyva Sor li Filipînê Alberto Bokanigra eşkere kiribû di deh salên dawî de ev bahoz a herî xurt e.

Berdevkê Saziya Afatên Niştîmanî Mark Timbal jî ji heman ajansê re eşkere kir ku zêdetirî 18 hezar leşker û polîs wê beşdarî karê lêgerîn û rizgarkirinê bibin.

Back to top button