Rewşen Mêrdîn: Heta tecrîd hebe wê li Tirkiyê kirîzên aborî û siyasî jî bi dawî nebin

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn anî ziman “Heta tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe, wê li Tirkiyê krîzên aborî, siyasî û civakî jî bidawî nebin.” Rewşen Mêrdîn êrişa li ser Şengalê jî şermezar kir û piştrast kir ev êriş bi alîkariya PDK’ê pêk tên.

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Rewşen Mêrdîn işaret bi tecrîda li ser Rêber Apo kir û piştrast kir ku Dewleta Tirk bi vê tecrîdê sûcan dike û Hêzên ku ew radestî Tirkiyê kirin niha bêdeng in, hevkarê vî sûcî ne.”

Rewşen Mêrdîn: Bêrûmetî li hember girtiyên siyasî yên li Tirkiyê tê kirin

Rewşen Mêrdîn piştrast kir heta ku tecrîd neyê şikandin û Rêber Apo azad nebe, wê krîza aborî, siyasî û civakî jî bi dawî nebin.

Endama KJK’ê têkildarî sûcên li dijî girtiyên siyasî jî tekez kir ku bêrûmetî li hember girtiyên siyasî tê kirin.

Rewşen Mêrdîn: Eger PDK alîkarî neke dewleta Tirk nikare êrişî Şengalê bike

Rewşen Mêrdîn êrişa li ser Şengalê jî şermezar kir û diyar kir ku ev êriş bi destê faşîzma AKP’ê û xiyaneta PDK’ê tên kirin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn di dawiya axaftina xwe tekez kir ew weke tevgera jinê amade ne parastina civaka Êzidî bikin û gelê Êzidî çi biryarê bide ew bi wan re ne.

Back to top button