ŞERVANÊ ERKA XWEPARASTINÊ ÎMAD SEÎD LI SERÊKANIYÊ HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê Şervanê Erka Xweparastinê Îmad Seîd bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê Erka Xweparastinê Îmad Seîd 8`ê Gulanê li Dêrazorê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê cenaze li nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Erka Xweparastinê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyên hevalê xwe di nava silogana de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button