Hengaw: Siyasetvanê Kurd vê sibê li zindanê sinê hat darvekirin

Îran îro siyasetvaneke din ê Kurd darve kir.

Agahî ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Hengaw ve hate parvekirin.

Siyasetvanê Kurd û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran, Haydar Qurbanî sala 2016’an hat girtin.

Wê demê derdora 3 mehan hate wendakirin û paşê eşkere bû ku êşkenceya giran lê hatiye kirin.

Piştî 4 salan ji girtinê, Çileyê sala 2020’an bi tuhmeta “serhildana çekdarî ya li dijî Îranê” Haydar Qurbanî sûcdar hat ragihandin.

Tevî ku Qurbanî sûcên dadgehê qebûl nekirin jî, cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Hengaw ragihand ku vê sibê saet li 9’an Haydar Qurbanî li zindana Sinê hatiye darvekirin.

Back to top button