PDK ji meha Adarê ve dixwaze deriyan bigre lê çalakiya malbatên şehîdan kir hêcet

Malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe di 5’ê Cotmehê de çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalka destpê kiribûn. PDK’ê li şûna ku bersivê bide malbatên şehîdan û cenazeyan radest bike, her du deriyên Şêmalka bi blokan girt.Têkildarî mijarê Rêveberiya Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûrî îro daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku PDK ji meha Adarê ve dixwaze derî bigre, lê çalakiya malbatên şehîdan ji bo girtinê kir hêncet.

Çalakiya malabatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku di kemîna hêzên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûn 76 roj li pey xwe hişt.

PDK’ê li sûna ku bersiva daxwaza malbatên şehîdan bide, deriyê Sêmalka li çûn û hatinê girt.

Derbarê mijarê de endamê Rêvebriya Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûrî Rodî Mihemd Emîn îro daxuyaniyek da.

Rodî Mihemed Emîn di daxuyaniyê de balkişand ser planên dijmin yê ku hişt Kurdistan bibe çar perçe.

Rodî Mihemd Emîn îşaret bi çalakiya malbatên şehîdan kir û got:

“Ev nêzî sê mehan e ku malbatên şehîdan li deriyê Sêmalka li benda radestkirina cenazeyên zarokên xwe ne , lê PDK’ê ev yek wekî hêceteke dît ku deriyê Pêşxabûr bigre.”

Mihemed Emîn meşa ciwanan a dirêj bibîr xist û wiha anî ziman:

“Ciwanên Rojava ji bo piştgiriya malbatên şehîdan ên li deriyê Sêmalka bikin meşek dirêj destpêkirin û berê xwe dan derî.

Lê dema dighêjin wir û ji bo daxwazên xwe bighînin rayedarên PDK’ê, lê hêzên PDK’ê bi keviran êrişî ciwanan dikin û ciwan jî bersiva wan didin.

PDK’ê ev yek jî wekî hêcetekê dît û deriyê Pêşxabûr girt.”

Mihemed Emîn diyar kir ku ji meha Adarê ve rayedarên PDK’ê hincetan û astengiyan derdixin da deriyê Sêmalkayê bigrin ku formek ji 25 pirsan hazir kiribûn ku kesên dixwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin didan wan da ku bibersivînin.

Mihemed Emîn wiha dewam kir:

“Berî ku ev form derkeve me navê kesên ku dixwestin derbasî Başûr bibin ku piraniya wan kesên nexweş bûn û tenê ji bo dermanbibin diçûn, dişand ji rayedarên PKD’ê re.

Lê PDK’ê navê gelek kesan nedipejirand û dema me sedema wê dipirsî bersiv nedidan.

Ji ber vê yekê em diyar dikin ku konê çalakiyê û meşa ciwanan PDK’ê ji xwe re wekî hincetekî girtiyê dest û pê derî girtiyê.”

Rodî Mihemed Emîn: Divê em sînorên ku dijmin danîne li dijî hev bikarneynin

Endamê Rêveberiya Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûrî Rodî Mihemed Emîn girtina deriyê Pêşxabûr rexne kir û ev yek anî ziman:

“Divê ev kirinên wiha neyên dubare kirin. Ger pirsgirêk di navbera me de hebin divê em bi diyalogê çareser bikin. Ji ber ku girtina deriyê Pêşxabûr dikeve berjewendiya dijminê gelê Kurd.”

Rodî Mihemed Emîn di dawiyê de diyar kir ku divê ev sînorên ku dijmin di navber me de daniyê qet li dijî hev bikar neynin û em deriyên xwe li beramberî hev negrin.

Back to top button