Em êrişên PDK’ê li ser ciwanên Rojava bi tundî şermezar dikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê banga radestkirina cenazeyên şehîdan kirin û êrişên PDK`ê yên li dijî ciwanên Rojava şermezar kirin.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û tevgera xwendekaran a herêma Efrînê, li kampa Berxwedan a Şehbayê ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayan û şermezarkirina êrişên PDK`ê li dijî ciwanên Rojava daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Fatimê Hecî Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Armanca van çalakiyan wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG û YJA star yên ku ji aliyê PDK ve hatine şehîdxistin”.

Bi armanca piştgiriya berxwedaniya gerîla, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşa dirêj heta ber deriyê Sêmalka kirin.

Lê li ber deriyê Sêmalka hêzên PDK’ê êrîşî ciwanan kir.

Em van kirinên PDK’ê şermezar dikin û banga wergirtina cenazeyên şehîdên me dikin.

19-12-2021-Şehba-daxuyaniya

Back to top button